Komedîya Mirovahîyê



Navê Resen :
The Human Comedy
Navê Kurdî:
Komedîya Mirovahîyê
Nivîskar:
William Saroyan
Wergêr:
Aydin Rengîn
Zimanê Resen:
Ingilîsî
Zimanê Jêder:
Ingilîsî
Weşanxane:
Lîs
Çap:
1
Sala Çapê:
2018
Cihê Çapê:
Enqere
Rûpel:
240
ISBN:
9786054497935
Kirîn:
PIRTUKA KURDÎ

Rave


Komediya Mirovahiyê yekem romana William Saroyan e ku çîroka malbateke Amerîkayî ya di dema şerê Cihanê yê duyem de vedibêje. Bi taybetî serpêhatiya Homer Macauleyê ku peyamnerê herî xurt ê Newala San Joaquin e. Komediya Mirovahiyê ya ku serdanpê bi dilgermî, kêfxweşî û bi mirovahiya William Saroyan rapêçayî, bi çirokên ku dê tu carî neyêne jibîrkirin dagirtî ye.

Homer beşdarî pêşbaziyê dibe, Ulyssesê biçûk di dafika di dikana Covington de asê dimînê, kevnetêlgrafvan Willie Groganê pîr ku peyamên rastî û tûj ên hezkirin û hêviyê;  ên jan û mirinê radigihîne. Dilê Spangler bi hezkirina hemû cihanê û hemû jîndaran dagirtî ye. Marcusê birayê mezin ê Homer leşkerekî li trênê siwar û ji mala xwe gelekî dûr distrîne.

Romaneke dema şer a li devê deriyê malê û biserketî her wiha dilnizmiya mirovên ji rêzê. Komedîya Mirovahiyê bi wergera serkeftî ya Aydin Rengîn  li warê bav û kalê Saroyan vegeriya.


Wergêr<br>
Wergêr

AYDIN RENGÎN

Dosyaya hejmara Heştemîn ya Kovara Şermola li ser Wergerê ye

Hejmara Heştemîn a kovara Şermola ya wêjeyî û çandî ku bi zimanê Kurdî û Erebî tê weşandin, derket. Dosyaya hejmara Heştemîn “Bizava wergerê li Bakur û Rojhilatê Sûrîyê” ye. Ji ber girîngîya wergerê û rola wê ya mezin di pêşketina zanistî û çandî û dewlemendîya miletan de, ev mijar weke dosyaya hejmarê hate destgirtin. Di…

Ji Bo Kurdî Girîngiya Wergerê

Her sal 30’yê îlonê wekî Roja Werger û Wergêran a Cîhanê tê pîrozkirin. Bêguman werger di pêşketina neteweyekê de xwedî cihekî girîng e. Gelek netewe berhemên cîhanê wergerî zimanê xwe dikin û kêm be jî hinek berhem wergerî kurdî hatine kirin. Têkildarî mijarê li Qamişloyê mamosteyê  Peymangeha Wergerê Welid Bekir ji rojnameya me re axivî.…