Navê Resen : |
Navê Kurdî: Hinara Dawî ya Dinyayê |
Nivîskar: Bextîyar Elî |
Wergêr: Besam Mistefa |
Zimanê Resen: Soranî/Kurdî |
Zimanê Jêder: Soranî/Kurdî |
Weşanxane: Avesta |
Çap: 1 |
Sala Çapê: 2020 |
Cihê Çapê: Stenbol |
Rûpel: 352 |
ISBN: 9786059082969 |
Kirîn: PIRTUKA KURDI |
Rave
“Min peymana xwe bi wê darê re mohr kir û min çuqliyekî piçûk ji bo bîranînê jê kir û min ew şemirand. Her kesek ji we rojekê ji rojan riya we ket bin wê darê de peymana xwe mohr bikin û çuqliyekî piçûk ji bo bîranînê jê bikin û wê bişemirînin. Divê însan careke din xwe bi awayekî din bi jiyanê bide naskirin. Di wê kêlîkê de ku min xwe bi hinara dawî ya dinyayê dida nasîn, min hest kir ez êdî dest bi jiyaneke nû dikim. Min hest kir min ew tişt dîtine ku ez ji bo wan dijîm, min ew armanc dîtiye ku divê ez bidim pey…”
“Eger ez bimirim û bihêlin ez kitêbeke tenê bi xwe re bibim wê dinyayê, ji nav hemû kitêb û berhemên xwe, ez ê ‘Hinara Dawî ya Dinyayê’ bi xwe re bibim!
Bextiyar Elî
(Di hevpeyvînekê de ligel Kovara Zinar)
WERGEREKE Jİ EREBÎ BO FELLÎHÎ Û KURDÎ-GERŞÛNÎ Dİ KOLEKSÎYONA EDUARD SACHAU DE (ÇÎROKA SED Û ŞÊST Û DUYEM A HEZAR ŞEV Û ŞEVEKÊ)
Qurte Fellîhî devokeke zimanê Siryanîya rojhilat e ku li gorî Jeremias Schamir (Yeremya Şamîr 1821-1906) ew ji aliyê şênîyên devdora Eynkawaya Hewlêrê û mintiqeya Mûsilê ve tê axaftin. Jeremias Schamir keşîşek e ku di sedsala 19an de li devera Musilê jiyaye û mustensîxê gelek destxetên Gerşûnî (navê metnên zimanê bîyanî yên bi alfabeya Siryanî hatine…
Eşkerabûna Yekem Teksta Kurdî/Kurmancî ya Wergerê di Dîroka Pexşana Kurdî da-(1857)
GOTINEK Çawa ku aşkera ye kurdan weke piranîya miletên derdorê, bi helbestê dest bi nivisandina edebiyatê kiriye, lewma şikl û cureyê pexşanê ji derengtir li nav kurdan peyda bûye. Diroka wergêranê ya bi şiklê pexşanê ji her li wê sedsalê vedigere ku pexşana kurdî tê de hatiye nivisandin. Ji ber hindê, eger di nav diroka…