Jeppeyê li serê çîyê

Navê Resen:
Jeppe på bjerget
Navê Kurdî :
Jeppeyê li serê çîyê
Nivîskar:
Ludvig Holberg
Wergêr:
Ezîzê Gerdenzerî
Zimanê Resen:
Danmarkî
Zimanê Jêder:
Danmarkî
Weşanxane:
Lîs
Çap:
1
Sala Çapê:
2017
Cihê Çapê:
Enqere
Rûpel:
96
ISBN:
978-605-9295-83-3
Kirîn:
PIRTUKA KURDÎ

Rave


Şano yek ji warên hunerê yên serekî ye ku, çawa ku Ludvig Holbergê nivîskarê Jeppeyê Li Serê Çîyê gotiye, bi wê, “Civak dersa xwe ji dîtina çavan hiltîne.” Hunera şanoyê ya ku di nava qurn û dewrên mirovahîyê re hem bi şêweyekî zargotinî, hem jî bi rêya lîstin û pêşkêşbûna li ser dikê li ber çavên xelqê ji hemû civakên cîhanê re bûye awêne û vê hunera berfireh bi derfetên xwe yên dîtbarî ve kiriye ku civak bi rêya zimanekî yekgirtî û hevbeş û kêlîyên pêşkêşbûna alîyên komîk yan jî trajîk ên jîyana civakî xwe paktir nas bikin û pê de pê de bibin netewe.

Ludvig Holbergê nivîskarê Skendînevî (j. 1684, Bergen, Norwêc – m. 1754, Kopenhagên, Danîmarka) yê edîbê pêşeng ê Serdema Rewşenbîrî yekî wisa gewre û girîng e ku hem Norwêc, hem jî Danîmarka xwedîtîyê lê dike çawa yek ji damezirînerên wêjeya xwe.

Weşanxaneya Lîs a ku bi gelek rêzên xwe yên pirtûkan ve heta niha bêtirî 300 berhemên bi Kurdî kirine malê zimanê Kurdî, di nava hemû xebatên xwe yên weşangerîyê de, girîngîyeke zêde dide weşandina berhemên ku bo zimanê Kurdî têne wergerandin. Lewma jî, Lîsê vê carê jî komedîya bi navê Jeppeyê Li Serê Çîyê (Jeppe på bjerget) a ji pênc perdeyan pêk hatî ya Ludvig Holberg bi wergera ji Danîmarkî ya nivîskar û wergêrê hêja Ezîzê Gerdenzerî weşand. Ev komedîya ku yek ji komedîyên pêşîn ên şanoya neteweyî ya Danîmarkî ye di sala 1722’yan de li şanogeha Danîmarkî ya pêşîn a li ser Kolana Lille Grønnegadeê hatiye pêşkêşkirin û ji wê demê û vir ve bûye yek ji komedîyên sereke yên şanoya Skendînevî.


Wergêr<br>
Wergêr

Ezîzê Gerdenzerî

Dosyaya hejmara Heştemîn ya Kovara Şermola li ser Wergerê ye

Hejmara Heştemîn a kovara Şermola ya wêjeyî û çandî ku bi zimanê Kurdî û Erebî tê weşandin, derket. Dosyaya hejmara Heştemîn “Bizava wergerê li Bakur û Rojhilatê Sûrîyê” ye. Ji ber girîngîya wergerê û rola wê ya mezin di pêşketina zanistî û çandî û dewlemendîya miletan de, ev mijar weke dosyaya hejmarê hate destgirtin. Di … Continue reading Dosyaya hejmara Heştemîn ya Kovara Şermola li ser Wergerê ye

Ji Bo Kurdî Girîngiya Wergerê

Her sal 30’yê îlonê wekî Roja Werger û Wergêran a Cîhanê tê pîrozkirin. Bêguman werger di pêşketina neteweyekê de xwedî cihekî girîng e. Gelek netewe berhemên cîhanê wergerî zimanê xwe dikin û kêm be jî hinek berhem wergerî kurdî hatine kirin. Têkildarî mijarê li Qamişloyê mamosteyê  Peymangeha Wergerê Welid Bekir ji rojnameya me re axivî. … Continue reading Ji Bo Kurdî Girîngiya Wergerê