Hotel Ewrupa



Navê Resen :
Navê Kurdî:
Hotel Ewrupa
Nivîskar:
Ferhad Pîrbal
Wergêr:
Besam Mistefa
Zimanê Resen:
Soranî/Kurdî
Zimanê Jêder:
Soranî/Kurdî
Weşanxane:
Avesta
Çap:
1
Sala Çapê:
2012
Cihê Çapê:
Rûpel:
200
ISBN:
Kirîn:
PIRTUKA KURDI

Rave


Mihemedê Hacîzade, meleyekî kevn î îranî ku ji aliyê rejîma meleyan a Tehranê ve hatiye xel’îlîbaskirin û li Parîsê penaber e, eger peyda bibe bi qaçaxî kar dike, bê nasname ye, nikare here ciyekî… Ferhad, vebêjerê romanê, ressamekî kurd li Parîs / Montmartre portreyan çêdike. Bi şev li hotêlekê kar dike: Hôtel Europe. Monsieur Luciana, cihûyekî bi eslê xwe portekîzî, li Parîs, Oxford û Tel Avîv xwediyê milkên mezin, doktora xwe li ser şaîrekî îranî kiriye, xewna wî ya mezin serdana Esfehanê ye.
Saqî Gulçîn, li San Francisco xwediya galeriyeke navdar, femînîsteke ehlî keyf… “Hôtel Europe” laboratuwareke Rojhilat û Rojava ye, do û îro, em û ên din, niştecî û biyanî, rastî û çewtî raserî hev in.
Û wek di romanê de tê gotin bûyereke piçûk:
“Hertim tekane bûyereke piçûk heye çarenivîsa me destnîşan dike. Lewma em, hemû, hergav ji xwe re dibêjin: ‘Eger ew bûyera ji rêzê neqewimîba, ew hemû bûyerên din qet nedihatin serên me.’ Tu kes nîne rojekê ji rojan, ev gotin ji xwe re negotibe!


Wergêr<br>
Wergêr

Besam Mistefa

Dosyaya hejmara Heştemîn ya Kovara Şermola li ser Wergerê ye

Hejmara Heştemîn a kovara Şermola ya wêjeyî û çandî ku bi zimanê Kurdî û Erebî tê weşandin, derket. Dosyaya hejmara Heştemîn “Bizava wergerê li Bakur û Rojhilatê Sûrîyê” ye. Ji ber girîngîya wergerê û rola wê ya mezin di pêşketina zanistî û çandî û dewlemendîya miletan de, ev mijar weke dosyaya hejmarê hate destgirtin. Di…

Ji Bo Kurdî Girîngiya Wergerê

Her sal 30’yê îlonê wekî Roja Werger û Wergêran a Cîhanê tê pîrozkirin. Bêguman werger di pêşketina neteweyekê de xwedî cihekî girîng e. Gelek netewe berhemên cîhanê wergerî zimanê xwe dikin û kêm be jî hinek berhem wergerî kurdî hatine kirin. Têkildarî mijarê li Qamişloyê mamosteyê  Peymangeha Wergerê Welid Bekir ji rojnameya me re axivî.…

Leave a Reply