
Navê Resen : Hiob, Roman Eines Eintfachen Mannes |
Navê Kurdî: Hiob, Romana Zilamekî Asayî |
Nivîskar: Joseph Roth |
Wergêr: Husên Duzen |
Zimanê Resen: Almanî |
Zimanê Jêder: Almanî |
Weşanxane: Rûpel |
Çap: 1 |
Sala Çapê: 2015 |
Cihê Çapê: Stenbol |
Rûpel: 208 |
ISBN: 978-605-80877-5-8 |
Kirîn: PIRTUKA KURDÎ |
Rave
HÎOB, romana Joseph Roth î herî naskirî ye. Dema die sala 1930 de Hîob derket, hîn ne Hitler hatibû ser desthilatdariyê, ne jî rûxandina dunyayê ya tê de tê vegotin dest pêkiribû. Bi zimanekî helbestî, behsa ҫarenûsa Mendel Singerê cihû yî di hedê xwe de dibe. Beşek ji bûyerê li gundekî ji yê Galîҫya rojhilat li ser sînorê Rûsya û Avusturya di destpêka sedasala 20an de derbas dibe. Li gund Mendel Singer, debara zarokên xwe bi mamostetiya gund dike, dersên Tewratê dide zarokên gund. Piştî karesat tên serê wî û maliyên wî, neҫar dimîne ku kurê xwe yî nexweş li dû xwe bihêle û bi malbatî koҫberî Amerîkayê bibe. Bê ҫawa karesat dev ji Hîob, Eyûbê di ҫîrokeke Tewratê de bernadin, wisa jî gelek serêş û dijwarî li Amerîka jî tên serê Mendel Singer û zarokên wî. Di rewşeke mîna ya Eyûbê kurmaxawarî de ҫarenûsa Mendel ji nişkê ve tê guhertin û ҫîrok bi başî bi dawî tê.
Dosyaya hejmara Heştemîn ya Kovara Şermola li ser Wergerê ye
Hejmara Heştemîn a kovara Şermola ya wêjeyî û çandî ku bi zimanê Kurdî û Erebî tê weşandin, derket. Dosyaya hejmara Heştemîn “Bizava wergerê li Bakur û Rojhilatê Sûrîyê” ye. Ji ber girîngîya wergerê û rola wê ya mezin di pêşketina zanistî û çandî û dewlemendîya miletan de, ev mijar weke dosyaya hejmarê hate destgirtin. Di…
Ji Bo Kurdî Girîngiya Wergerê
Her sal 30’yê îlonê wekî Roja Werger û Wergêran a Cîhanê tê pîrozkirin. Bêguman werger di pêşketina neteweyekê de xwedî cihekî girîng e. Gelek netewe berhemên cîhanê wergerî zimanê xwe dikin û kêm be jî hinek berhem wergerî kurdî hatine kirin. Têkildarî mijarê li Qamişloyê mamosteyê Peymangeha Wergerê Welid Bekir ji rojnameya me re axivî.…