Gulên Şoran li pey qedereke winda



Navê Resen :
Navê Kurdî:
Gulên Şoran li pey qedereke winda
Nivîskar:
Eta Nehayî
Wergêr:
Besam Mistefa
Zimanê Resen:
Soranî/Kurdî
Zimanê Jêder:
Soranî/Kurdî
Weşanxane:
Avesta
Çap:
1
Sala Çapê:
2012
Cihê Çapê:
Stenbol
Rûpel:
114
ISBN:
9786055279202
Kirîn:
PIRTUKA KURDI

Rave


Las, nuxuriyê Wisû Axa, piştî pazdeh salan û di salvegera mirina xwe de vedigere. Gund eynî gund e, mal eynî mal e. Li deriyê hewşê dide.
“- Ew kî ye?
– Las, kurê vê malê.
Pîrejinê serê xwe hilda û li bejn û bala wî nerî. Ji tiliya piyê wî ya mezin heta serê wî. Hingî nerîna xwe guhast ser sîbera wî ya dirêj bi dîwarê pişt derî ve. Sîbera Las sê caran şikestibû. Ya yekê di hêla di navbera erd û dîwêr de. Ya duyem di nava deriyê vekirî yê odeya li hember wê odeyê heta ser sînga wî sîbera wî daqurtandibû. Ya sêyem li hêla banê odeyê. Pîrejinê rûyê xwe tirş kir. Dibe ku di ber xwe de gotibe:
– Ev zilamê xwar û zirav kî ye?
– Tu min nas nakî? Las im, kurê mezin yê Wisû Axa. Kurê te.

Di wê demê de pişta pîrejinê lê bû. Penceya bêzariyê dilê wê guvaşt. Awireke sivik lê da û got:
– Las berî çend salan mir.
Hê jî girnijînê rûyê Las bernedabû.
– Lê ez sax im û vegeriyame. Bi rêçika xwîna xwe de vegeriyam. 
Pîrejin ji vê gotinê neveciniqî. “Tu vegeriyayî?” bi çav ev pirsiyar rûbirûyî wî kir. Las bi wateya “Tu çima vegeriyayî?” wergirt.
– Vegeriyam da ku kûçikên welatê min bi ser min de bireyin. Da ku kûçikên welatê min zenda lingê min bigirin.”
 
Çend rojên li malê ji 15 salên şer û esaretê jî xirabtir in. Ewqas xirab in ku ne kur dixwaze dê, ne jî dê dixwaze kur bibîne; jin û mêr, bira û bira, kur û bav, kes naxwaze hev bibîne, kes nikare li rûyê hev binere. 
Las gerek e biçe…


Wergêr<br>
Wergêr

Besam Mistefa

Dosyaya hejmara Heştemîn ya Kovara Şermola li ser Wergerê ye

Hejmara Heştemîn a kovara Şermola ya wêjeyî û çandî ku bi zimanê Kurdî û Erebî tê weşandin, derket. Dosyaya hejmara Heştemîn “Bizava wergerê li Bakur û Rojhilatê Sûrîyê” ye. Ji ber girîngîya wergerê û rola wê ya mezin di pêşketina zanistî û çandî û dewlemendîya miletan de, ev mijar weke dosyaya hejmarê hate destgirtin. Di…

Ji Bo Kurdî Girîngiya Wergerê

Her sal 30’yê îlonê wekî Roja Werger û Wergêran a Cîhanê tê pîrozkirin. Bêguman werger di pêşketina neteweyekê de xwedî cihekî girîng e. Gelek netewe berhemên cîhanê wergerî zimanê xwe dikin û kêm be jî hinek berhem wergerî kurdî hatine kirin. Têkildarî mijarê li Qamişloyê mamosteyê  Peymangeha Wergerê Welid Bekir ji rojnameya me re axivî.…

Leave a Reply