Girava Gencîneyê



Navê Resen :
Treasure Island
Navê Kurdî:
Girava Gencîneyê
Nivîskar:
R.L.Stevenson
Wergêr:
Bilal Çelik
Zimanê Resen:
Ingilîsî
Zimanê Jêder:
Ingilîsî
Weşanxane:
Lîs
Çap:
1
Sala Çapê:
2010
Cihê Çapê:
Amed
Rûpel:
260
ISBN:
Kirîn:
PIRTUKA KURDÎ

Rave


Îngilistana sedsala 18. Xaneke bi navê Xana Amîral Benbow a li ser piyê perava başûrê Îngilistanê. Jim Hawkinsê xortik ê kurê xwediyên vê xana ku dihêle ev malbat encax bikaribe bidebire. Heyameke ku li cîhanê, li ser deryayên dûredest, keştî û qewteyên keleş, korsan û rêbirran didine çirvîtkan, rojekê riya kevnekorsanekî bi navê Billy Bones bi vê xanê dikeve. Billy Bones ne yekî xalî ye, bi hatina ku tê xanê, qedera Jim Hawkins û malbata wî û birrek kesan diguherîne. Bones, li gel ku dibe sedema mirina bavê Jim, bi xwe re bela û bobelateke mezin jî tîne. Ji ber ku Bones li pey gencîneya korsanekî xeternak ê bi navê Flint e, ku Flint bi xwe kevnehevalê Bones e, ji bo ku vê gencîneya ku ji aliyê giraniya xwe ve bê hevta ye bi dest bixe, li kar e her tiştî bike. Bones wexta hatî vê xanê, pê re nexşeyek heye, ku nav û nîşanên giravekê û ciyê ku ev gencîneya mijara behsê lê hatiye veşartin nîşan dide. Lê çembera bûyer û qewaman fireh dibe, li şûna ku gencîne bibe para vî korsanî, bûyer û qewam dikin ku Jimê xortik bibe serpêlewanê çîrokê û li pey vê gencîneyê dest bi serpêhatiyeke dûr û dirêj bike.

Girava Gencîneyê. Romana klasîk a serbûriyan a Robert Louis Stevensonê nivîskarê Skotî, ku di sala 1883yan de çap bûye û gencîneya me ya zanyariyan û hêmayan a li ser giravên tropîkal, nexşeyên ku ciyên gencîneyan nîşan didin, korsanên bi yek çavî, di şûna destên wan ên jê bûyî de qanceyên bi zendên wan ve, ango bîra me ya li ser van tiştan, bi giranî xwe dispêre Girava Gencîneyê û çend berhemên ku xelefên wê ne. Ev romana ku yek ji wan romanên klasîk e, yên ku bi her awayî berhemên nemir in, bi derengî be jî, êdî wê xwendevanê Kurdî bikaribe wê bi Kurdî bixwîne. Bi Kurdiya wergêrê nûhatî, Bilal Çelik.


Wergêr<br>
Wergêr

Bilal Çelik

Dosyaya hejmara Heştemîn ya Kovara Şermola li ser Wergerê ye

Hejmara Heştemîn a kovara Şermola ya wêjeyî û çandî ku bi zimanê Kurdî û Erebî tê weşandin, derket. Dosyaya hejmara Heştemîn “Bizava wergerê li Bakur û Rojhilatê Sûrîyê” ye. Ji ber girîngîya wergerê û rola wê ya mezin di pêşketina zanistî û çandî û dewlemendîya miletan de, ev mijar weke dosyaya hejmarê hate destgirtin. Di…

Ji Bo Kurdî Girîngiya Wergerê

Her sal 30’yê îlonê wekî Roja Werger û Wergêran a Cîhanê tê pîrozkirin. Bêguman werger di pêşketina neteweyekê de xwedî cihekî girîng e. Gelek netewe berhemên cîhanê wergerî zimanê xwe dikin û kêm be jî hinek berhem wergerî kurdî hatine kirin. Têkildarî mijarê li Qamişloyê mamosteyê  Peymangeha Wergerê Welid Bekir ji rojnameya me re axivî.…