Navê Resen : Consepts Of Folklore and Folklife Studies Current Folklore Theories |
Navê Kurdî: Folklor û Teorîyên Folklorê Yên Îroyîn |
Nivîskar: Richard M. Dorson |
Wergêr: Necat Keskin |
Zimanê Resen: Ingilîsî |
Zimanê Jêder: Ingilîsî |
Weşanxane: Avesta |
Çap: 1 |
Sala Çapê: 2017 |
Cihê Çapê: |
Rûpel: 120 |
ISBN: 9786059082785 |
Kirîn: pirtuka kurdi |
Rave
Richard M. Dorson cara pêşî ev xebata xwe wek gotar di sala 1963an de bi navê Current Folklore Theories di kovara Current Anthropology de diweşîne. Di sala 1972an de jî di pirtûkaFolklore and Folklife: An Introduction de wek Destpêk cih digire. Di vê “destpêk”a çapa 1972an de hem saheya “folklor”ê dide nasîn û hem jî teoriyên folklorê ji ya 1963an berfirehtir pêşkêşî xwendevanan dike.
Di vê wergera di deste we de, min her du çapê vê xebatê li ber çavan girt û min cih da “destpêk”a çapa 1963an. Her weha min çapa 1972an jî tevî danasîna saheya folklorê wergerand. Bi vî awayî min xwest xwendekar û lêkolînerên folklora kurdî ji fikren folklornasekî navdar ê Amerîkî, Dorson, haydar bibin. Ji vî aliyî ve wek “sentez”eke her du versiyonên xebatê xuya dike. Hêvî dikim ku ev ji bo xwendekar û lêkolînerên folklora kurdî bibe çavkaniyeke baş û di heman demê riya wergerên din ên “teorîk” veke.
Dosyaya hejmara Heştemîn ya Kovara Şermola li ser Wergerê ye
Hejmara Heştemîn a kovara Şermola ya wêjeyî û çandî ku bi zimanê Kurdî û Erebî tê weşandin, derket. Dosyaya hejmara Heştemîn “Bizava wergerê li Bakur û Rojhilatê Sûrîyê” ye. Ji ber girîngîya wergerê û rola wê ya mezin di pêşketina zanistî û çandî û dewlemendîya miletan de, ev mijar weke dosyaya hejmarê hate destgirtin. Di…
Ji Bo Kurdî Girîngiya Wergerê
Her sal 30’yê îlonê wekî Roja Werger û Wergêran a Cîhanê tê pîrozkirin. Bêguman werger di pêşketina neteweyekê de xwedî cihekî girîng e. Gelek netewe berhemên cîhanê wergerî zimanê xwe dikin û kêm be jî hinek berhem wergerî kurdî hatine kirin. Têkildarî mijarê li Qamişloyê mamosteyê Peymangeha Wergerê Welid Bekir ji rojnameya me re axivî.…