Ferhenga Hemîdî Bi Tîpên Erebî-Yûsiv Diyaaddîn Paşa



Nivîskar:
Yûsiv Diyaaddîn Paşa
Navê Ferheng:
Ferhenga Hemîdî Bi Tîpên Erebî
Ziman
Kurdî-Kurdî
Weşanxane:
Name
Çap:
1
Sala Çapê:
2018
Cihê Çapê:
Rûpel:
368
ISBN:
9786056812750
Kirîn:
PIRTUKA KURDI

Rave


Amadekar: Jan Dost

Ev ferheng di eslê xwe de kurdî – erebî ye. Danerê wê ereb bû lê li welatê kurdan demek baş mabû û pêwistiya ferhengeke bi vî awayî dîtibû. Di vê ferhengê de bi dehan navê gundên kurdan ên li Bedlîsê, Cizîra Botan û Bişêriyê û hdw hene. Ji bilî navên gundan, bi sedan peyvên resen ên kurdî di vê ferhenga giranbuha de hatine parastin û dem hatiye ku êdî serpoş ji ser wan rabe, ji zindana zimanekî biyanî derkevin, rizgar bibin û derbasî ferhengên me yên îro bibin. Navê gelek pîşeyan, alav û amûrên ku girêdayî wan pîşeyan in û herwiha navên gelek xwarin û dar û gul û giya û tiştên ku divê em kurdiya wan hîn bibin jî di vê ferhengê de hene.


<strong>Nivîskar</strong><br><strong>Yûsiv Diyaaddîn Paşa</strong>
Nivîskar
Yûsiv Diyaaddîn Paşa

Dosyaya hejmara Heştemîn ya Kovara Şermola li ser Wergerê ye

Hejmara Heştemîn a kovara Şermola ya wêjeyî û çandî ku bi zimanê Kurdî û Erebî tê weşandin, derket. Dosyaya hejmara Heştemîn “Bizava wergerê li Bakur û Rojhilatê Sûrîyê” ye. Ji ber girîngîya wergerê û rola wê ya mezin di pêşketina zanistî û çandî û dewlemendîya miletan de, ev mijar weke dosyaya hejmarê hate destgirtin. Di…

Ji Bo Kurdî Girîngiya Wergerê

Her sal 30’yê îlonê wekî Roja Werger û Wergêran a Cîhanê tê pîrozkirin. Bêguman werger di pêşketina neteweyekê de xwedî cihekî girîng e. Gelek netewe berhemên cîhanê wergerî zimanê xwe dikin û kêm be jî hinek berhem wergerî kurdî hatine kirin. Têkildarî mijarê li Qamişloyê mamosteyê  Peymangeha Wergerê Welid Bekir ji rojnameya me re axivî.…