Nivîskar: Mehmet Öncü |
Navê Ferheng: Ferhenga Biwêjan |
Ziman Biwêj |
Weşanxane: Sîtav |
Çap: 1 |
Sala Çapê: 2021 |
Cihê Çapê: |
Rûpel: 544 |
ISBN: |
Kirîn: PIRTUKA KURDI |
Rave
Ferhenga Biwêjan ji zêdetirî 10 hezar biwêjên kurdî pêk tê. Ev xebat bi salan ji aliyê nivîskar-berhevkar- ve ji qadê hatiye berhevkirin. Biwêj hatine şîrovekirin, her wiha çîroka gelek biwêjan jî bi rengê dipnot di binê rûpelan de hatiye dayîn. Di parastin û pêşxistina ziman û çanda kurdî de ev berhem xwedî cihekî taybet e.
Dosyaya hejmara Heştemîn ya Kovara Şermola li ser Wergerê ye
Hejmara Heştemîn a kovara Şermola ya wêjeyî û çandî ku bi zimanê Kurdî û Erebî tê weşandin, derket. Dosyaya hejmara Heştemîn “Bizava wergerê li Bakur û Rojhilatê Sûrîyê” ye. Ji ber girîngîya wergerê û rola wê ya mezin di pêşketina zanistî û çandî û dewlemendîya miletan de, ev mijar weke dosyaya hejmarê hate destgirtin. Di…
Ji Bo Kurdî Girîngiya Wergerê
Her sal 30’yê îlonê wekî Roja Werger û Wergêran a Cîhanê tê pîrozkirin. Bêguman werger di pêşketina neteweyekê de xwedî cihekî girîng e. Gelek netewe berhemên cîhanê wergerî zimanê xwe dikin û kêm be jî hinek berhem wergerî kurdî hatine kirin. Têkildarî mijarê li Qamişloyê mamosteyê Peymangeha Wergerê Welid Bekir ji rojnameya me re axivî.…