Donzdeh Siwariyên Merîwanê



Navê Resen :
Navê Kurdî:
Donzdeh Siwariyên Merîwanê
Nivîskar:
Pîremerd
Wergêr:
Mamê Mala Hinê
Zimanê Resen:
Soranî/Kurdî
Zimanê Jêder:
Soranî/Kurdî
Weşanxane:
Peywend
Çap:
1
Sala Çapê:
2017
Cihê Çapê:
Rûpel:
72
ISBN:
Kirîn:
PIRTUKA KURDI

Rave


Pîremêrd, di vê berhema xwe de behsa şerê donzdeh siwariyên kurd ê li hember artêşa Îranê ya bi donzdeh hezar kesî dike. Ev donzdeh siwar 

bi lehengî şer dikin û artêşa Îranê têk dibin. Berhemên wekî Mem û Zîn û Donzdeh Siwariyên Merîwanê nîşan didin ku Pîremêrd bi van her du destanên ku di nav kurdan de heta îro nifş bi nifş bi devkî hatine veguhastin, dixwaze hesteke neteweyî pêk bîne. Dema ku mirov bala xwe dide naveroka van herdu berheman, mirov dibîne ku Pîremêrd bi hêmayên neteweyî ev her du berhem neqişandine. 

***

“Donzdeh Siwariyên Merîwanê ne tenê berhemeke wejeyî ye ku ji çîrokeke neteweyî hatiye girtin. Ew, bi neqişandineke hosteyî ya hişmendiyeke neteweyî û telqînkirina neteweperweriyê di nav gelê kurd de, hewldanên rewşenbîrên kurd ên neteweperwer yên wekî Pîremêrd nîşan dide. Ev berhem hêjayî xebatên akademîk û lêkolînê ye.”

Farangîs Ghaderî


Wergêr<br>
Wergêr

Mamê Mala Hinê

Dosyaya hejmara Heştemîn ya Kovara Şermola li ser Wergerê ye

Hejmara Heştemîn a kovara Şermola ya wêjeyî û çandî ku bi zimanê Kurdî û Erebî tê weşandin, derket. Dosyaya hejmara Heştemîn “Bizava wergerê li Bakur û Rojhilatê Sûrîyê” ye. Ji ber girîngîya wergerê û rola wê ya mezin di pêşketina zanistî û çandî û dewlemendîya miletan de, ev mijar weke dosyaya hejmarê hate destgirtin. Di…

Ji Bo Kurdî Girîngiya Wergerê

Her sal 30’yê îlonê wekî Roja Werger û Wergêran a Cîhanê tê pîrozkirin. Bêguman werger di pêşketina neteweyekê de xwedî cihekî girîng e. Gelek netewe berhemên cîhanê wergerî zimanê xwe dikin û kêm be jî hinek berhem wergerî kurdî hatine kirin. Têkildarî mijarê li Qamişloyê mamosteyê  Peymangeha Wergerê Welid Bekir ji rojnameya me re axivî.…

Leave a Reply