Navê Resen : Christmas Present |
Navê Kurdî: Diyariya Sersalê |
Nivîskar: O.Henry |
Wergêr: Sîdar Jîr |
Zimanê Resen: Ingilîsî |
Zimanê Jêder: Ingilîsî |
Weşanxane: Lîs |
Çap: 1 |
Sala Çapê: 2013 |
Cihê Çapê: Enqere |
Rûpel: 104 |
ISBN: |
Kirîn: PIRTUKA KURDÎ |
Rave
O Henry çîroknûsekî ku serdema xwe û derdora xwe bi awayekî gelekî serkeftî nivîsandiye. Kêm kes hene ku dikare bi qasî O Henry bûyerên gelekî awarte bi awayekî gelekî asayî peşkeş bike. Rastiyên gelekî hişk ên jiyanê bi şêweyeke gelekî xweş ku mirov pê aciz nabe peşkeşi xwendevanan dike û di kurteçîrokên xwe de lehengên ku zû bi zû ji bîra mirov naçe diafirîne. Di çîrokên O Henry de yekpareyi bi awayekî balkêş li pêş e. Vegotina wî ya xweser, dibe ku ji ber rojnamegeriya wî be jî di xeteke ripîrast re diherike.
O Henry çîroknûsekî ku ne di nava cihoyeke wêjeyê de, lêdi nava nivîskarên ku bi tena sere xwe hin tiştan diguherîne de cî digire.
Di vê berhema ku ji cara pêşîn ji aliye Sîdar Jîr ve li Kurdî/Kurmancî hatiye wergerandin de çîrokên bijarte yên çîroknûsê navdar O Henry ne. Çîrokên wî yên ku ji babetên civakî, jiyana din ava civakê pêk tên de, her çîrokek bi awayekî surprîzî qedandiye ku pirrî caran mûyê canê mirov gij dibe û her wisa gelek caran mirov di tesîra wan çîrokan û encama wan de dimîne.
O Henry di her çîrokeke xwe de îroniya di nava jiyana mirovan de dide rûyê xwendevên. Di destpêk û nava çîrokê de tu caran encama çîrokê nade dest û xwendevan li benda tiştekî din e lê ew çîrokên xwe bi hevoka dawîn hostyetiya xwe ya çîrokê dide nişandan û bi awayekî surprîz ku gelek caran bişirîneke nîvxemgînî yan jî şermokî li rûyê xwendevên dide der diqedîne.
Çîroknûs û wergêr Sîdar Jîr ku ev berhema O Henry ya ji çîrokên wî yên bijarte li Kurdî/kurmancî wergerandiye ji bo O Henry dibêje; “O Henry çîroknûsekî ku beriya her tiştî çîroka xwe, hevaoka xwe ya dawîn wekî derbeke tivingê dide ber û piştre bêyî metirsî dinivîse, heta ku atmosfer çêbibe û ew derba li ber ji nişka ve biteqe, wekî dengê tivingekê, xwendevan bi hevoka dawîn vediciniqe…”
Dosyaya hejmara Heştemîn ya Kovara Şermola li ser Wergerê ye
Hejmara Heştemîn a kovara Şermola ya wêjeyî û çandî ku bi zimanê Kurdî û Erebî tê weşandin, derket. Dosyaya hejmara Heştemîn “Bizava wergerê li Bakur û Rojhilatê Sûrîyê” ye. Ji ber girîngîya wergerê û rola wê ya mezin di pêşketina zanistî û çandî û dewlemendîya miletan de, ev mijar weke dosyaya hejmarê hate destgirtin. Di…
Ji Bo Kurdî Girîngiya Wergerê
Her sal 30’yê îlonê wekî Roja Werger û Wergêran a Cîhanê tê pîrozkirin. Bêguman werger di pêşketina neteweyekê de xwedî cihekî girîng e. Gelek netewe berhemên cîhanê wergerî zimanê xwe dikin û kêm be jî hinek berhem wergerî kurdî hatine kirin. Têkildarî mijarê li Qamişloyê mamosteyê Peymangeha Wergerê Welid Bekir ji rojnameya me re axivî.…