Çend Rûpel Ji Dîroka Gelê Kurd



Navê Resen :
Navê Kurdî:
Çend Rûpel Ji Dîroka Gelê Kurd
Nivîskar:
Kemal Mezher Ehmed
Wergêr:
Zîya AVCI
Zimanê Resen:
Soranî/Kurdî
Zimanê Jêder:
Soranî/Kurdî
Weşanxane:
Lîs
Çap:
1
Sala Çapê:
2016
Cihê Çapê:
Amed
Rûpel:
699
ISBN:
9786059295345
Kirîn:
PIRTUKA KURDI

Rave


Çend Rûpel Ji Dîroka Gelê Kurd Cild I-II” a Dr. Kemal Mezher Ehmed ku lêanîna wê ya Kurmancîyê ji hêla Zîya Avci ve hatiye kirin û çapa wê ya yekem di sala 1991’ê de li Stockholmê hatiye weşandin, bi çapeke nû û sererastkirî ji hêla Weşanxaneya Lîsê ve tê weşandin.

Lêkolîner û dîroknasê Kurd Kemal Mezher, gelek milên veşartî û nenas ên dîroka gelê Kurd a ji mêj ve û heta piştî Şerê Cîhanê yê Duyem dinivîse. Mijarên pirtûkê yên celebceleb, ji rola Kurdan a di şaristanîtîyê de dest pê dike û digihêje beşdarîya Kurdên Başûrê Kurdistanê di Şoreşa Bîstan û Serîhildana Sala 1948’an a Iraqê de. 
Kemal Mezher agahîyine berfireh der barê gelê Kurd de dide. Berhemên rojhilatnasê Sovyetê Gordlevskî, Şerefname li ba Kurdnasên Sovyetê, Serîhildana Mezin a sala 1925’an a Bakurê Kurdistanê, behsa Kurdan a di Neteweyên Yekbûyî de, yekem çapxaneya Kurdî ya li Silêmanîyê, Şoreşa Şêx Mehmûdê Berzencî ya li dijî Îngilîzan, rewşa aborî ya Başûrê Kurdistanê li jêr sîya dagirkerîya Îngilistanê, Pirtûkxaneya Matenadaranê û gelek milên din ên dîroka me ya jibîrbûyî vedikole û dinirxîne.
Der barê Serîhildana Şêx Seîd (1925) de, nivîskar nêrînên rojhilatnasên Sovyetê yên şaş ên lekekirî bi propagandaya Kemalîstên Tirkîyeyê radixe ber çavan û di behsa Rojnameya Kurdistanê de, ew gelek daneyên girîng û baldar ên der barê rojnameya yekem a Kurdî de pêşkêş dike.
Lêkolîna ku ji çend gotarên curbicur pêk hatiye û nivîskarê wê xwe daye pala gelek çavkanîyên cihê yên akademîk û pêbawer, xwedî asteke bilind a zanistî ye ku divê em jê nemînin!
Cilda Duyem jî ji Şerê Şueybîyeyê dest pê dike û mijarên dewlemend û dirêj heta Serîhildana Araratê pê de tê. Bi belge û delîl carinan henek û yarîyên mirov dikenînin, carinan trajedîyên mirov digirînin. Dîroka Kurdan bi awayekî mayînde dixe hişê xwîneran. Der barê çar parçeyên Kurdistanê de name, belge û berhem bi çavekî balkêş rêz dike, vedikole û dinirxîne. Di dawîya Cilda Duyem de beşekî girîng ji Dîroka Wêjeya Kurdî re jî veqetandiye û çêjeke cuda daye berhemê.


Wergêr<br>
Wergêr

Zîya AVCI

Dosyaya hejmara Heştemîn ya Kovara Şermola li ser Wergerê ye

Hejmara Heştemîn a kovara Şermola ya wêjeyî û çandî ku bi zimanê Kurdî û Erebî tê weşandin, derket. Dosyaya hejmara Heştemîn “Bizava wergerê li Bakur û Rojhilatê Sûrîyê” ye. Ji ber girîngîya wergerê û rola wê ya mezin di pêşketina zanistî û çandî û dewlemendîya miletan de, ev mijar weke dosyaya hejmarê hate destgirtin. Di…

Ji Bo Kurdî Girîngiya Wergerê

Her sal 30’yê îlonê wekî Roja Werger û Wergêran a Cîhanê tê pîrozkirin. Bêguman werger di pêşketina neteweyekê de xwedî cihekî girîng e. Gelek netewe berhemên cîhanê wergerî zimanê xwe dikin û kêm be jî hinek berhem wergerî kurdî hatine kirin. Têkildarî mijarê li Qamişloyê mamosteyê  Peymangeha Wergerê Welid Bekir ji rojnameya me re axivî.…

Leave a Reply