Bîreweriya Laş



Navê Resen :
Navê Kurdî:
Bîreweriya Laş
Nivîskar:
Ehlam Mîsteğanmî
Wergêr:
Jana Seyda
Zimanê Resen:
?
Zimanê Jêder:
?
Weşanxane:
Avesta
Çap:
1
Sala Çapê:
2006
Cihê Çapê:
Stenbul
Rûpel:
320
ISBN:
9789758637508
Kirîn:
PIRTUKA KURDI

Rave


Romana wê ez gêj kirim, ez kêm caran li ber romanekê ji romanan gêj dibim. Sedemê gêjbûna min jî ew e ku teksta min xwend, dişibe min, tu dibêjî weke min dîn e, tevlihev e, êrîker e, hov e, mirovhez e û dilbijok e; her weha weke min li derveyî zagonê ye.

Eger kesekî ji min xwest ku ez vê romanê bi navê xwe îmze bikim, ev romana awarte ya ku bi barana helbestê hatiye şûştin, bê dudilî ez ê îmze bikim. Gelo Ehlam Misteğanmî di romana xwe de ez dinivîsandim bêyî ku bizanibe…Wê jî weke min bi ciwaniyeke bêsînor, bi hêrseke bêsînor û bi dînbûneke bêsînor êrîşî kaxeza spî dikir.

Ev roman helbesteke li ser hemû pêlawazan hatiye nivîsandin, pêlawaza hezkirinê, pêlawaza cins, pêlawaza îdeolojiya û şoreşa Cezaîrê bi hemû têkoşerên wê, sextekarên wê, lehengên wê, qatil û celadên wê, firişteyên wê û şeytanên wê, pêxember û dizên wê. Ev roman ne tenê bîreweriya laş hembêz dike, lê dîroka êşa Cezaîrî, xemgîniya Cezaîrî û berberîtiya Cezaîrî ya ku divê êdî bi dawî bibe..

Nîzar Qebbanî


<strong>Wergêr</strong><br>
Wergêr

Jana Seyda

Dosyaya hejmara Heştemîn ya Kovara Şermola li ser Wergerê ye

Hejmara Heştemîn a kovara Şermola ya wêjeyî û çandî ku bi zimanê Kurdî û Erebî tê weşandin, derket. Dosyaya hejmara Heştemîn “Bizava wergerê li Bakur û Rojhilatê Sûrîyê” ye. Ji ber girîngîya wergerê û rola wê ya mezin di pêşketina zanistî û çandî û dewlemendîya miletan de, ev mijar weke dosyaya hejmarê hate destgirtin. Di…

Ji Bo Kurdî Girîngiya Wergerê

Her sal 30’yê îlonê wekî Roja Werger û Wergêran a Cîhanê tê pîrozkirin. Bêguman werger di pêşketina neteweyekê de xwedî cihekî girîng e. Gelek netewe berhemên cîhanê wergerî zimanê xwe dikin û kêm be jî hinek berhem wergerî kurdî hatine kirin. Têkildarî mijarê li Qamişloyê mamosteyê  Peymangeha Wergerê Welid Bekir ji rojnameya me re axivî.…