Beth-Nahrîn



Navê Resen :
Beth Nahrin
Navê Kurdî:
Beth-Nahrîn
Nivîskar:
Naûm Faîq
Wergêr:
Kawa Nemir
Zimanê Resen:
Tirkî
Zimanê Jêder:
Tirkî
Weşanxane:
Lîs
Çap:
1
Sala Çapê:
2011
Cihê Çapê:
Enqere
Rûpel:
236
ISBN:
Kirîn:
PIRTUKA KURDI

Rave


Beth Nahrin, pirtûka rewşenbîreke Amedî, Naum Faik Palak e. Nivîskar û helbestvanê çarîkên “Li axa te jidayîk bûm dixwazim li axa te bimirim hey niştiman/Bila ev çermê min li ser axa te bê definkirin” e. Naum Faik Palak ê li xerîbiyê, li sirgûniyê mir. Li hezaran kîlometre dûrî axa bav û kalên xwe, Mezopotamyaya ku navê “Beth Nahrin” lê kiriye û di zimanê wî de tê wateya navbera du çeman. Axa ku Naum Faik Palak xwestiye lê were definkirin, di zimanê wî de ango di zimanê Asurî-Suryanî de Omid, ango Amîd e. Anha jî Diyarbakır, Amed, Diyarbekir e.


Naum Faik Palak, di nav cîhana Asurî, Suryaniyan de wekî welatparêzek mezin tê naskirin û tê zanîn. Lê li ser axa xwe, warên xwe, zêde nayê naskirin. Mamoste, nivîskar, zimanzan, rêxistinvan, weşanger, wêjevan e.


Derdora 30’î de pirtûkên wî hene. Ka li çerxa felekê binhêrin, Palak ê di 5’ê sibata 1869’an de li Amedê jidayîk bûye, wekî ku Şeyhmus Diken di ceribandineke wêjeyî ya der heqê wî de nivîsandiye de wekî sernav bijartiye, “Yê ku di roja jidayîkbûna xwe de miriye”. Dîsa di 5’ê sibata 1930’an de, li bajarê New Jersey a Emrîkayê jiyana xwe ji dest dide.


Pirtûka Beth Nahrin, pirtûka nivîskar, a bi sê zimanên wekî Suryanî, Kurdî, Tirkî hatiye nivîsandin û çapkirin e.


<strong>Wergêr</strong><br>
Wergêr

Kawa Nemir

Dosyaya hejmara Heştemîn ya Kovara Şermola li ser Wergerê ye

Hejmara Heştemîn a kovara Şermola ya wêjeyî û çandî ku bi zimanê Kurdî û Erebî tê weşandin, derket. Dosyaya hejmara Heştemîn “Bizava wergerê li Bakur û Rojhilatê Sûrîyê” ye. Ji ber girîngîya wergerê û rola wê ya mezin di pêşketina zanistî û çandî û dewlemendîya miletan de, ev mijar weke dosyaya hejmarê hate destgirtin. Di…

Ji Bo Kurdî Girîngiya Wergerê

Her sal 30’yê îlonê wekî Roja Werger û Wergêran a Cîhanê tê pîrozkirin. Bêguman werger di pêşketina neteweyekê de xwedî cihekî girîng e. Gelek netewe berhemên cîhanê wergerî zimanê xwe dikin û kêm be jî hinek berhem wergerî kurdî hatine kirin. Têkildarî mijarê li Qamişloyê mamosteyê  Peymangeha Wergerê Welid Bekir ji rojnameya me re axivî.…

Leave a Reply