Apê min cemşîd xan ku hertim bê ew li ber xwe dibir



Navê Resen :
Navê Kurdî:
Apê min cemşîd xan ku hertim bê ew li ber xwe dibir
Nivîskar:
Bextiyar Elî
Wergêr:
Besam Mistefa
Zimanê Resen:
Soranî/Kurdî
Zimanê Jêder:
Soranî/Kurdî
Weşanxane:
Avesta
Çap:
1
Sala Çapê:
2012
Cihê Çapê:
Stenbol
Rûpel:
128
ISBN:
Kirîn:
PIRTUKA KURDI

Rave


Ji soranî bo kurmancî: Besam Mistefa
Ez Cemşîd xan kurê Hisam xan kurê Zulfeqar xan kurê Emîn xan im, ku koka min vedigere ser mîr û şahên Zend, di filan roj û mehê de, min ji ezmanan ev tiştên li jêr dîtin…”

Cemşîd xanê tevî ku komunîstek e jî hez dike xwe bi van peyvan bide naskirin, di sala 1979an de ji aliyê be‘siyan ve hatiye hepskirin. Şertên xirab ê zindanên Be‘sê bêhnê lê diçikînin, ewqas lawaz û zeîf bûye dema ku ji hepsekê ber bi ya din ve dibin, ber bê dikeve û diçe. Piştî firariyeke kurt dixwaze ji efûyê istîfade bike. Şerê Iraq û Îranê germ bûye. Doktor û istixbarata artêşê dixwaze vê qabîliyeta wî di şer de bi kar bînin.  Lê her firîn ketineke wê jî heye…
Cemşîd xan piştî ku ji ezmên dikeve xwarê, ji xeynî zimanê xwe yê kurdî, her tiştî ji bîr dike. Her carekê bi munasebetekê di ser welatekî re difire, bi vî awayî li hemû dinyayê digere, nas dike, lê dawî dîsa li welatê xwe, Kurdistanê vedigere.
Bextiyar Elî, bi “Cemşîd xanî mamim ke hemîşe ba legel xoyda deybird” ne tenê rexneyeke tund li 30 salê dawî yê civaka kurd û Kurdistanê digre, karakterekî ku ê pir li ser bê axaftin, diyariyî edebiyata kurdî dike.


Wergêr<br>
Wergêr

Besam Mistefa

Dosyaya hejmara Heştemîn ya Kovara Şermola li ser Wergerê ye

Hejmara Heştemîn a kovara Şermola ya wêjeyî û çandî ku bi zimanê Kurdî û Erebî tê weşandin, derket. Dosyaya hejmara Heştemîn “Bizava wergerê li Bakur û Rojhilatê Sûrîyê” ye. Ji ber girîngîya wergerê û rola wê ya mezin di pêşketina zanistî û çandî û dewlemendîya miletan de, ev mijar weke dosyaya hejmarê hate destgirtin. Di…

Ji Bo Kurdî Girîngiya Wergerê

Her sal 30’yê îlonê wekî Roja Werger û Wergêran a Cîhanê tê pîrozkirin. Bêguman werger di pêşketina neteweyekê de xwedî cihekî girîng e. Gelek netewe berhemên cîhanê wergerî zimanê xwe dikin û kêm be jî hinek berhem wergerî kurdî hatine kirin. Têkildarî mijarê li Qamişloyê mamosteyê  Peymangeha Wergerê Welid Bekir ji rojnameya me re axivî.…

Leave a Reply