

HATİCE KILIÇ
Di sala 1979an de li Kopa Mûşê hat dunê. Di 1994an de tevî malbata xwe hat Stenbolê. Li vir Lîseya Vefayê qedand. Li Zanîngeha Stenbolê beşa Ziman û Edebiyata Farisî xwend. Di demên zanîngehê de tevlî xebatên ziman û edebiyata kurdî bû. Dest da xebatên dawî yên kovara Jiyana Rewşenê Wergerên wê yî ji farisî ewil di wir de, paşê di kovarên cûrbicûr de hatinweşandin. Li Zanîngeha Marmarayê di beşa Dîroka Siyasî û Têkiliyên Navneteweyî yên Rojhilata Navîn de teza xwe ya masterê qedand. Piştî masterê 10 salan rojnamegerî kir. Nivîsên wê yên li ser çand û siyasetê di rojname û malperan de hatin weşandin. Niha li Zanîngeha Marmareyê, di heman beşê de li ser ziman û neteweperweriya Îranê xebata xwe ya doktorayê didomîne. Bi naskirina Furûxê, da ser rêça wê û niha li şi’ra Hafiz hûr dibe.