Jiyana Xwedayî



Navê Resen :
Metaphysique Des Tubes
Navê Kurdî:
Jiyana Xwedayî
Nivîskar:
Amelie Nothomb
Wergêr:
Mazhar Gunbat
Zimanê Resen:
Fransî
Zimanê Jêder:
Fransî
Weşanxane:
Avesta
Çap:
1
Sala Çapê:
2014
Cihê Çapê:
Rûpel:
128
ISBN:
Kirîn:
PIRTUKA KURDI

Rave


Çavên Xwedê hertimî vekirî bûn û zoq li ciyekî dinêrîn. Eger ew girtî jî bûna, vê rewşê wê ti tişt neguhertiba. Ti tiştê dîtinê tune bû û Xwedê li ti tiştî nedinêrî. Ew tije û tîr bû, mîna hêkeke ku wî gloverî û bêlivbûna xwe jê wergirtibû.

Xwedê jixwetêrbûneke mutleq bû. Wî ti tişt nedixwest, ti tişt nedipa, ti tişt wernedigirt, ti tişt red nedikir û bi ti tiştî re elaqedar nedibû. Jiyana wî ewçend têrtije bû ku ew êdî ne jiyan bû. Xwedê nedijiya, Xwedê hebû…

…Zarê xwedê tune bû û ji ber vê yekê ramana wî jî (tunebû). Ew têrî û ezelî-ebedî bû. Û vê yekê giş di radeya herî bilind de îspat dikir ku Xwedê, Xwedê bû. Û ti girîngiya vê îspata berbiçav tunebû, lewre Xwedê di nav helwesteke sermest de bû û ne xema wî bû ku ew Xwedê bû.


Wergêr<br>
Wergêr

Mazhar Gunbat

WERGEREKE Jİ EREBÎ BO FELLÎHÎ Û KURDÎ-GERŞÛNÎ Dİ KOLEKSÎYONA EDUARD SACHAU DE (ÇÎROKA SED Û ŞÊST Û DUYEM A HEZAR ŞEV Û ŞEVEKÊ)

Qurte Fellîhî devokeke zimanê Siryanîya rojhilat e ku li gorî Jeremias Schamir (Yeremya Şamîr 1821-1906) ew ji aliyê şênîyên devdora Eynkawaya Hewlêrê û mintiqeya Mûsilê ve tê axaftin. Jeremias Schamir keşîşek e ku di sedsala 19an de li devera Musilê jiyaye û mustensîxê gelek destxetên Gerşûnî (navê metnên zimanê bîyanî yên bi alfabeya Siryanî hatine…

Leave a Reply