Birqên Direxşan



Navê Resen :
Illuminations
Navê Kurdî:
Birqên Direxşan
Nivîskar:
Arthur Rimbaud
Wergêr:
Ergin Opengîn
Zimanê Resen:
Fransî
Zimanê Jêder:
Fransî
Weşanxane:
Avesta
Çap:
1
Sala Çapê:
2019
Cihê Çapê:
Stenbol
Rûpel:

144
ISBN:
978-605-2246-31-3
Kirîn:
PIRTUKA KURDI

Rave


Illuminations an Birqên Direxşan, ku ji 41 helbestên pexşan û duyên menzûm pêk tê, bê şik lûtkeya helbest û hunerkariya Rimbaud ye û yek ji girîngtirîn metnên dîroka helbesta cîhanê ye. Her yek ji van “birq”an, bi gotina Rimbaud, “xewneke tîr û çapik e” û bi hev re wek kaleidoskopeke bênizam a “fenerên sihrî” ne.
Kawa Nemir li ser wergera Rimbaud wiha nivîsiye:
“Dewrê eyyam ê helbestê bi derewên “bêhejmar nifşên debengên ristebend” derbas bû, ku ‛eyan e mebest ji vê yekê ne welê bi hêsanî reşkirina wê kelepora civiyayî (qewî çiviyayî heçku) ya mirovayiyê ye, lê, û, paşê Rimbaud hulustî ji wê zêya hurr û xef a helbestê de, ya zehf kêm beşerên beşerxweş ên kelamê rêya xwe bi ser xistî. Illuminations’a bi kilîla zimanî û poetîk a şikûdar a Ergîn Sertemî berceste bûyî bi kurdî bi navê “Birqên Direxşan”, va ye, delîlê dadaneveya deriyê wî dewrî ye û vekirina deriyê nû ye, hem bo kurdî û hem bo Rimbaud’yê ewledê gerdûnê.
Û, her wiha, ev werger bi xwe, di vê serdema zimanê me de, derseke mezin e bo hemû ehlên dilpak ên zimanê kurdî yên ku xwînê ji xwe berdidin da ku metnên gerdûnî wergerînine kurdî. Ne cihê gumanê ye ku wergera Illuminations’a Arthur Rimbaud bi navê “Birqên Direxşan” wergereke welê ye ku heq dike her bimîne wekî taca seriyan.”


Wergêr<br>
Wergêr

Ergin Opengîn

Dosyaya hejmara Heştemîn ya Kovara Şermola li ser Wergerê ye

Hejmara Heştemîn a kovara Şermola ya wêjeyî û çandî ku bi zimanê Kurdî û Erebî tê weşandin, derket. Dosyaya hejmara Heştemîn “Bizava wergerê li Bakur û Rojhilatê Sûrîyê” ye. Ji ber girîngîya wergerê û rola wê ya mezin di pêşketina zanistî û çandî û dewlemendîya miletan de, ev mijar weke dosyaya hejmarê hate destgirtin. Di … Continue reading Dosyaya hejmara Heştemîn ya Kovara Şermola li ser Wergerê ye

Ji Bo Kurdî Girîngiya Wergerê

Her sal 30’yê îlonê wekî Roja Werger û Wergêran a Cîhanê tê pîrozkirin. Bêguman werger di pêşketina neteweyekê de xwedî cihekî girîng e. Gelek netewe berhemên cîhanê wergerî zimanê xwe dikin û kêm be jî hinek berhem wergerî kurdî hatine kirin. Têkildarî mijarê li Qamişloyê mamosteyê  Peymangeha Wergerê Welid Bekir ji rojnameya me re axivî. … Continue reading Ji Bo Kurdî Girîngiya Wergerê

Leave a Reply