Navê Resen : |
Navê Kurdî: Masîreşê Biçûk |
Nivîskar: Samed Bahrengî |
Wergêr: Mehdî Jafarzadeh |
Zimanê Resen: Farisî/Kurdî |
Zimanê Jêder: Farisî/Kurdî |
Weşanxane: Morî |
Çap: 1 |
Sala Çapê: 2018 |
Cihê Çapê: |
Rûpel: 36 |
ISBN: 9786059426329 |
Kirîn: PIRTUKA KURDI |
Rave
Masîreşê Biçûk, çîroka azadiyê ye. Masîreşê Biçûk, di çemeke biçûk de dijî lê ev dinyaya biçûk rihê wî teng dike, kirasê teng ji ser xwe diqetîne û dixwaze cîhanê binase. Her kesî der û dora wî, diya wî jî tê de jê re dibêjin: “Dinya bi tenê ev der e û wekî din dinyayeke din tune.” Lêbelê Masîreşê Biçûk bi kesî bawer nake û serpêhatiya wî bi aliyê deryayê ve diherike. Bi rê de gelek dost û hevalan dinase, lêbelê dijminê xwe jî dinase. Xencera xwe digire û dikeve pey rêya azadiyê…
Dosyaya hejmara Heştemîn ya Kovara Şermola li ser Wergerê ye
Hejmara Heştemîn a kovara Şermola ya wêjeyî û çandî ku bi zimanê Kurdî û Erebî tê weşandin, derket. Dosyaya hejmara Heştemîn “Bizava wergerê li Bakur û Rojhilatê Sûrîyê” ye. Ji ber girîngîya wergerê û rola wê ya mezin di pêşketina zanistî û çandî û dewlemendîya miletan de, ev mijar weke dosyaya hejmarê hate destgirtin. Di…
Ji Bo Kurdî Girîngiya Wergerê
Her sal 30’yê îlonê wekî Roja Werger û Wergêran a Cîhanê tê pîrozkirin. Bêguman werger di pêşketina neteweyekê de xwedî cihekî girîng e. Gelek netewe berhemên cîhanê wergerî zimanê xwe dikin û kêm be jî hinek berhem wergerî kurdî hatine kirin. Têkildarî mijarê li Qamişloyê mamosteyê Peymangeha Wergerê Welid Bekir ji rojnameya me re axivî.…