Navê Resen : |
Navê Kurdî: Hemû çarînên Omer Xeyyam |
Nivîskar: Omer Xeyyam |
Wergêr: Deham Ebdulfettah |
Zimanê Resen: Farisî/Kurdî |
Zimanê Jêder: Farisî/Kurdî |
Weşanxane: Lîs |
Çap: 1 |
Sala Çapê: 2019 |
Cihê Çapê: Enqere |
Rûpel: 166 |
ISBN: |
Kirîn: PIRTUKA KURDI |
Rave
Navê Omer Xeyam çawa li dinyê belav bûye û piştî ew qas sal jî hîn çarîneyên wî di rojeva miletan de ne, bi heman awayî Xeyam û çarînên wî bûne benîştê devê Kurdan jî.
Her ku wêjeya Kurdî ber li xwe fireh dike û wergerên ji zimanên cihê cihê têne kirin, bêguman wêjeya Kurdî berztir dibe. Tiştê balkêş; yekem car e berhemek (Çarînên Xeyam) ji alîyê gelek wergêrên cuda ve li Kurdî hatiye wergerandin. Deham Ebdulfettah jî her çi qas sûd ji wergerên heyî girtibe jî xuyaye qîma xwe bi wan neanîye û bi hûrbînî û lêkolîneke dûdirêj, li ser jîyana Xeyam jî rawestîyaye. Ev jî vê xebatê giranbuhatir dike.
Dosyaya hejmara Heştemîn ya Kovara Şermola li ser Wergerê ye
Hejmara Heştemîn a kovara Şermola ya wêjeyî û çandî ku bi zimanê Kurdî û Erebî tê weşandin, derket. Dosyaya hejmara Heştemîn “Bizava wergerê li Bakur û Rojhilatê Sûrîyê” ye. Ji ber girîngîya wergerê û rola wê ya mezin di pêşketina zanistî û çandî û dewlemendîya miletan de, ev mijar weke dosyaya hejmarê hate destgirtin. Di…
Ji Bo Kurdî Girîngiya Wergerê
Her sal 30’yê îlonê wekî Roja Werger û Wergêran a Cîhanê tê pîrozkirin. Bêguman werger di pêşketina neteweyekê de xwedî cihekî girîng e. Gelek netewe berhemên cîhanê wergerî zimanê xwe dikin û kêm be jî hinek berhem wergerî kurdî hatine kirin. Têkildarî mijarê li Qamişloyê mamosteyê Peymangeha Wergerê Welid Bekir ji rojnameya me re axivî.…