Navê Resen : |
Navê Kurdî: Bûme kor |
Nivîskar: Sadiq hidayet |
Wergêr: Muhsin Ozdemir |
Zimanê Resen: Farisî |
Zimanê Jêder: Farisî |
Weşanxane: Na |
Çap: 1 |
Sala Çapê: 2014 |
Cihê Çapê: |
Rûpel: 108 |
ISBN: 978-605-63926 |
Kirîn: PIRTUKA KURDI |
Rave
Ev roman, di tarîxa edebiyata vê sedsalê de merhale-yek e.” André Rousseaux
Di vê romana di dest xwe de jî em pêrgî Hidayetekî dîtir dibin. Ligel ku piraniya çîrokên wî realîzmeke xurt dihundirînin jî (jixwe vê yekê, ew di wêjeya nûjen ya Îranê de li cihekî bijare bi cih kiriye), livbazî û bûy-erên Bûmê Kor li derveyî zemên û mekên in. Yên ku bû-yeran parvedikin kesên tîpîk in; a rast, varyasyonên tî-pekî ne ku ketiye dilqê şexsên dîtir; van şexsan, li gor zagonên mîtîk ên derûnî vediguhêzin hevdu – neqlî hev dibin. Di eslê xwe de, bav, mam, ajoyê erebokê, gorvan, kalemêrê xurdefiroş û lehengê romanê heman kes in; keçika efsûnî, bayader û jina leheng a qehpik jî heman kes in. Jiholêrakirina zemanê normal jî girêdayî vê yekê ye; zemanê niha û zemanê bihurî, mîna bîra-nîn, xewn û xeyalan bi hevdu ve mehiya ye. Mesûli-yetek di navbera sedem û encamê de nîne – mantiqê di çîrçîrokan de wan bi hevdu ve girê dide. Lê belê, ligel vê yekê jî, bûyera vê romanê jiyaneke rasteqîn destnî-şan dike. Tirs, bêrîkirin, hêvî û bêhevîtiyên di vê bûye-rê de, pişkî dişibe yên ku ji berê de di çarenûsa însên de hene.
Bozorg Alevî
Dosyaya hejmara Heştemîn ya Kovara Şermola li ser Wergerê ye
Hejmara Heştemîn a kovara Şermola ya wêjeyî û çandî ku bi zimanê Kurdî û Erebî tê weşandin, derket. Dosyaya hejmara Heştemîn “Bizava wergerê li Bakur û Rojhilatê Sûrîyê” ye. Ji ber girîngîya wergerê û rola wê ya mezin di pêşketina zanistî û çandî û dewlemendîya miletan de, ev mijar weke dosyaya hejmarê hate destgirtin. Di…
Ji Bo Kurdî Girîngiya Wergerê
Her sal 30’yê îlonê wekî Roja Werger û Wergêran a Cîhanê tê pîrozkirin. Bêguman werger di pêşketina neteweyekê de xwedî cihekî girîng e. Gelek netewe berhemên cîhanê wergerî zimanê xwe dikin û kêm be jî hinek berhem wergerî kurdî hatine kirin. Têkildarî mijarê li Qamişloyê mamosteyê Peymangeha Wergerê Welid Bekir ji rojnameya me re axivî.…