Navê Resen : |
Navê Kurdî: Sîsirkên Hesinî-Jiyannameya Zarokatiyê |
Nivîskar: Selîm Berekat |
Wergêr: Ehmed Huseynî |
Zimanê Resen: Erebî |
Zimanê Jêder: Erebî |
Weşanxane: Lîs |
Çap: 1 |
Sala Çapê: 2014 |
Cihê Çapê: Amed |
Rûpel: 72 |
ISBN: |
Kirîn: PIRTUKA KURDI |
Rave
Ka bibêje zaroko! Te çi dîtiye kambaxo; her tiştî bibêje; her tiştî tazî bike. Toz û kulxanê bi ser serê me rake. Ka çîrçîroka Binxetê kitekit bi kitekit li ber çavan raxe.
Tu zarok î, û ma em çi hêvîyê ji zarokekî dikin ji bilî ku xwelîya rastîyên Binxetê, wêranî bi wêranî, bi ser serê me de dake… De ka bibêje lo!
“Sîsirkê Hesinî, piştî bîst û çar salan, ji penageha zimanê Erebî vedigere hêlîna zimanê xwe ya ku Selîm Berekat neşîya pê binivîse, lê ew wekî deqeke hunerî û wekî vejîyandina hişê dîroka cihgeheke dilovan û dilsoj, mîna ku aniha hatibe nivîsandin, û ji bo xwendevanên ku Sîsirk bi Erebî nexwendiye dê sermestîyeke taybet pêşkêşî bike.
Wexta ku em Selîm Berekat bixwînin, zaroktîya me dê ji nû ve dest bi zorbazî û desthilata xwe bike û hemû îzgehên nivistî dê ji nû ve hilperikin laşê qonaxê û sirûdên bêrîkirina bi şewat dê li ber pêlên efsûna nivîsandina hunerî û rasteqîn ber bi hestên westîyayî ve sernişîv bibin.
Wexta ku em Selîm Berekat bixwînin, em ê karibin nivîsandina xweş û xweşik ji ya sade û kirêt cuda bikin û em ê hîn bibin çawa nivîskarek dikare bibe wijdanê gelê xwe û guwahê rûpelên dîroka wî?
Wexta ku em Selîm Berekat bixwînin, em ê hîn bibin çawa dîroka xwe bi awayekî hunerî biafirînin û çawa wê dîrokê ji destê sextekar û cambazên peyva Kurdî rizgar bikin û şikestina xwe wekî vîyan û serhişkî û tolgirtin lê ne wekî kûrekûr û dilpêşewitandin, pêşkêşî cîhanê bikin.”
Bi pênûsa efsûnbêj a şahê nivîskarên zimanê Erebî Selîm Berekat û bi wergera kubar û herikbar a helbestkarê hêja Ehmedê Huseynî, êdî Sîsirka Hesinî bi çapeke duyem a birêkûpêk dibe malê Kurdî! Ehmed huseynî wergerandiye
Dosyaya hejmara Heştemîn ya Kovara Şermola li ser Wergerê ye
Hejmara Heştemîn a kovara Şermola ya wêjeyî û çandî ku bi zimanê Kurdî û Erebî tê weşandin, derket. Dosyaya hejmara Heştemîn “Bizava wergerê li Bakur û Rojhilatê Sûrîyê” ye. Ji ber girîngîya wergerê û rola wê ya mezin di pêşketina zanistî û çandî û dewlemendîya miletan de, ev mijar weke dosyaya hejmarê hate destgirtin. Di…
Ji Bo Kurdî Girîngiya Wergerê
Her sal 30’yê îlonê wekî Roja Werger û Wergêran a Cîhanê tê pîrozkirin. Bêguman werger di pêşketina neteweyekê de xwedî cihekî girîng e. Gelek netewe berhemên cîhanê wergerî zimanê xwe dikin û kêm be jî hinek berhem wergerî kurdî hatine kirin. Têkildarî mijarê li Qamişloyê mamosteyê Peymangeha Wergerê Welid Bekir ji rojnameya me re axivî.…