Navê Resen : |
Navê Kurdî: Siltan Selaheddînê Eyyûbî |
Nivîskar: Îbn Xelîkan |
Wergêr: M.Emîn Narozî |
Zimanê Resen: Erebî |
Zimanê Jêder: Erebî |
Weşanxane: Avesta |
Çap: 1 |
Sala Çapê: 2008 |
Cihê Çapê: Stenbol |
Rûpel: 112 |
ISBN: 9789944382427 |
Kirîn: PIRTUKA KURDI |
Rave
Selaheddîn yek ji girîngtirîn mirovê tarîxa dinyayê ye. Ev fikra muşterek a gelek zana û pisporên rojhilat û rojavayî ye. Mohra xwe li mîlenyumê daye. Tevî ku di ser dema wî re 800 sal derbas bûye jî, li dinyayê û Kurdistanê hê jî pir aktuel e. Li dinya modern, bi taybetî di lîteratura ewrûpî de gelek nîqaş li ser tên kirin, bi sedan kitêb û nivîs tên nivîsandin, pêşengeh û albûm çêdibin. Dinya, wî bi şêweyên nû û cihê dixwîne, tarîf dike.
Li Kurdistanê, di nav milletê xwe de jî tim û tim aktuel bûye. Vêga jî ne tenê li unîversîte, derûdorên xwenda, li civateke gundekî çiyan jî meriv dikare rastî nîqaşên pir balkêş bê.
Selaheddîn, di nav milletekî ku ‘li derveyî tarîxê’, tarîx bi xwe ye. Di ber şûrê wî yê ‘îslamê’ re, di bin xeftanê wî de xencereke kurdî ya zîvîn hebûye. ‘Misilmanan’ ew xencer dît, guh nedan şûr, em wî şûrî dibînin, li xencera zîvîn napirsin. Ew xencera ku şûr ko kir, li Qudsê rê li ber toleransê vekir.
…
Kitêba Îbn Xelikan yek ji kitêbên herî kevn û biyografiyek girîng a Selaheddînê Eyyûbî ye.
Dosyaya hejmara Heştemîn ya Kovara Şermola li ser Wergerê ye
Hejmara Heştemîn a kovara Şermola ya wêjeyî û çandî ku bi zimanê Kurdî û Erebî tê weşandin, derket. Dosyaya hejmara Heştemîn “Bizava wergerê li Bakur û Rojhilatê Sûrîyê” ye. Ji ber girîngîya wergerê û rola wê ya mezin di pêşketina zanistî û çandî û dewlemendîya miletan de, ev mijar weke dosyaya hejmarê hate destgirtin. Di…
Ji Bo Kurdî Girîngiya Wergerê
Her sal 30’yê îlonê wekî Roja Werger û Wergêran a Cîhanê tê pîrozkirin. Bêguman werger di pêşketina neteweyekê de xwedî cihekî girîng e. Gelek netewe berhemên cîhanê wergerî zimanê xwe dikin û kêm be jî hinek berhem wergerî kurdî hatine kirin. Têkildarî mijarê li Qamişloyê mamosteyê Peymangeha Wergerê Welid Bekir ji rojnameya me re axivî.…