Riyadus Salihîn Baxê Qencan



Navê Resen :
رياض الصالحين
Navê Kurdî:
Riyadus Salihîn Baxê Qencan
Nivîskar:
Îmamê Newewî
Wergêr:
Mele Salihê Dihî
Zimanê Resen:
Erebî
Zimanê Jêder:
Erebî
Weşanxane:
Nûbihar
Çap:
1
Sala Çapê:
 2017
Cihê Çapê:
Rûpel:
920
ISBN:
9789944360548
Kirîn:
PIRTUKA KURDI

Rave


Riyad’us-Salihîn di warê hedîsê de yek ji çavkaniyên herî girîng e. 

Hin alim yan hin kitêb hene ku bes ji hêla hevmezheb û hevmeşrebên xwe hatine qebûlkirin û hezkirin; hinek jî hene ku tam bi eksê vê ne; yanî ji hêla hemî mezheb û meşreban ve hatine qebûlkirin û hezkirin. Îmamê Newewî û kitêba wî ya Riyad’us-Salihînê jî yek ji wan alim û kitêban e.

Îmamê Newewî yê ku muctehid, muheddis, feqîh û zahid e, her çend ku ji hêla mezhebî ve muctehidekî Şafi‘î ye jî, lê îro kitêba wî ya Riyad’us-Salihîn wek çavkaniyekê di kitûbxaneya her misulmanî de cih digire.

Ev çavkaniya han a ku ji hêla bawerî, exlaqî û emelî ve muhîm, yekem car bi alfabeya Latînî ji hêla Mela Salihê Dihî ve wergera wê hatiye kirin. Di vê xebatê de digel wergera wê ya Kurmancî metnê wê yê Erebî jî cih girtiye.

Ev xebat, çapa wê ya yekem di sala 2010an de ji Nûbiharê weşiyabû. Nûbiharê careke din, bi baldarî li ber çavan derbas kir û çap kir.


<strong>Wergêr</strong><br>
Wergêr

Mele Salihê Dihî

Dosyaya hejmara Heştemîn ya Kovara Şermola li ser Wergerê ye

Hejmara Heştemîn a kovara Şermola ya wêjeyî û çandî ku bi zimanê Kurdî û Erebî tê weşandin, derket. Dosyaya hejmara Heştemîn “Bizava wergerê li Bakur û Rojhilatê Sûrîyê” ye. Ji ber girîngîya wergerê û rola wê ya mezin di pêşketina zanistî û çandî û dewlemendîya miletan de, ev mijar weke dosyaya hejmarê hate destgirtin. Di…

Ji Bo Kurdî Girîngiya Wergerê

Her sal 30’yê îlonê wekî Roja Werger û Wergêran a Cîhanê tê pîrozkirin. Bêguman werger di pêşketina neteweyekê de xwedî cihekî girîng e. Gelek netewe berhemên cîhanê wergerî zimanê xwe dikin û kêm be jî hinek berhem wergerî kurdî hatine kirin. Têkildarî mijarê li Qamişloyê mamosteyê  Peymangeha Wergerê Welid Bekir ji rojnameya me re axivî.…

Leave a Reply