Navê Resen : Elyehudi Elali |
Navê Kurdî: Cihûyê Xweşkok |
Nivîskar: Elî Elmuqrî |
Wergêr: Ebdellah Şêxo |
Zimanê Resen: Erebî |
Zimanê Jêder: Erebî |
Weşanxane: Lîs |
Çap: 1 |
Sala Çapê: 2014 |
Cihê Çapê: Amed |
Rûpel: 124 |
ISBN: |
Kirîn: PIRTUKA KURDI |
Rave
Li gundê Rîdeyê yê Yemenî û di keftelefta dijberî û nakokîyên di navbera Misilman û Cihûyan de, di sedsala hevdehan de, Fatimaya Misilman ji Salimê Cihû yê sîpe hez dike. Quranê jê re dixwîne û wî fêrî zimanê Erebî dike, ew jî wê fêrî zimanê Îbrî dike. Têne givaştin di evîna hev û din de, lê ka reva ji dîwarên vederbûn, redkirin û nepejirandina “yê din”!
Di vê romana cihêwaz de, nivîskarê Yemenî Elî Elmuqrî me dikişkişîne ber bi qorzîya teng a “jibîrbûyî” ya pirrengîyê ve. Romana ku mijara cihêrengîya olî û arêşeya wê ya kêşedar hildigire destan, hewl dide ku pirsa nefret û nehezîya olî bi amyara Evînê bide çareserkirin.
“Sernivîseke balkêş ji romaneke serincrakêş re ku meriv li ber çîroka wê radiweste… Pêrgîneke bedew di navbera evîn û olê de, di navbera dil û aqilê merivan de; pêrgîneke ku bingeha rizgarîya merivanîyê ji tundûtûjî, kuştin û herifînê datîne. Meriv dibêje qey ev romana han gava ku dîrokê şirove dike, dixwaze pê re berê xwe bide dema niha di gelek welatên Erban de…”
Romana ku hatiye wergerandin bo zimanên Fransizî, Îtalî, Îngilîzî…hwd, niha bi wergera Ebdelah Şêxo li ber destên xwînerên Kurd.
Dosyaya hejmara Heştemîn ya Kovara Şermola li ser Wergerê ye
Hejmara Heştemîn a kovara Şermola ya wêjeyî û çandî ku bi zimanê Kurdî û Erebî tê weşandin, derket. Dosyaya hejmara Heştemîn “Bizava wergerê li Bakur û Rojhilatê Sûrîyê” ye. Ji ber girîngîya wergerê û rola wê ya mezin di pêşketina zanistî û çandî û dewlemendîya miletan de, ev mijar weke dosyaya hejmarê hate destgirtin. Di…
Ji Bo Kurdî Girîngiya Wergerê
Her sal 30’yê îlonê wekî Roja Werger û Wergêran a Cîhanê tê pîrozkirin. Bêguman werger di pêşketina neteweyekê de xwedî cihekî girîng e. Gelek netewe berhemên cîhanê wergerî zimanê xwe dikin û kêm be jî hinek berhem wergerî kurdî hatine kirin. Têkildarî mijarê li Qamişloyê mamosteyê Peymangeha Wergerê Welid Bekir ji rojnameya me re axivî.…